|
Writer - Bernameya nivîsînêCalc - Bernameya hesab çêkirinêDraw - Bernameya xêzkirinêImpress - Bernameya çêkirina slaydanBase - Danegeh (database)Math - Bernameya çekirina formulanOpenOffice.org a KurdîBi xêr hatin rûpelên kurdî yên projeya OpenOffice.org'ê.DaxistinVersiyona dawî OpenOffice.org 3.1.0 e. Lîsteya versiyonên derketî û versiyonên beta û test her dem di rûpela danezanan de tê dîtin. Hûn dikarin daxin û di komputera xwe de bi hesanî saz bikin. Daxuyaniyên çapêmeniyê yên mê jî di rûpela danezanan de amade ne. Pêvekên OpenOffice.org'ê
OpenOffice.org çi ye?OpenOffice.org - nivîsbariya azadOpenOffice.org pakêteke bernameyan ji bo ofîsê ye. Tê de bernameyên ji bo nivîsandin, hesab çêkirin, xêzkirin, danegeh (database) û çêkirina slaydan hene. OpenOffice.org reqîba girîngtirîn ya Microsoft Office e. OpenOffice.org nivîsbariya azad û yek ji bernameyên herî serkeftî di cîhana nivîsbariya azad de ye. OpenOffice.org ji bo hemû pergalên xebitandinê wekî Microsoft Windows, Linux û MacOS X heye. OpenOffice.org a kurdîBi xebata du salan piraniya bernameyan bo kurdî hat wergerandin. Bi vî rengî OpenOffice.org 2.2.1 yekemîn paketa ofîsê bi kurdî bû. Gelek şaştiyên versiyonên berê hatin sererastkirin. Her wiha, wergerandina beşên din hê didomîne. Em kî ne û çi dikin?Endamên Koma Pckurd OpenOffice.org'ê li kurdî werdigerînin. Heke bixwazî alîkariya me bikî, em li benda te ne. Pirsên xwe di malpera koma PCKurd de bipirsin. |










